Îdîaya ku desthilata Şamê dê ‘cîhadîstên Uygur’ radestî Çînê bike
Li gorî nûçeya AFP’ê ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk û hikûmeta demkî ya Şamê, desthilata demkî amadekariyê dike ku ‘cîhadîstên Uygur’ radestî Çînê bike.
Li gorî nûçeya AFP’ê ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk û hikûmeta demkî ya Şamê, desthilata demkî amadekariyê dike ku ‘cîhadîstên Uygur’ radestî Çînê bike.
Li gorî nûçeyê, dîplomatekî got ku hejmara kesên ku dê werin radestkirin 400 cîhadîst e.
Bi deh hezaran cîhadîstên biyanî di dema şerê navxweyî yê navbera salên 2011-2024’an de, bi giranî bi rêya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bibûn.
Çavkaniyek ji hikûmeta Sûriyeyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku rewşa şervanên Uygurî di civînên ku Wezîrê Karê Derve Esed el-Şabanî li Çînê lidar xistiye de hatiye nîqaşkirin.
Hîn jî ne diyar e ka dê gavek wisa were avêtin an na. Lê belê, pratîkên hikûmeta demkî pirsnîşanan çêdike. Bi deh hezaran biyanî di seranserê şer de, bi taybetî ji bo tevlîbûna komên girêdayî DAÎŞ û El Qaîdeyê berê xwe dabûn Sûriyeyê.
Di meha Hezîranê de hatibû ragihandin ku DYE’yê plana ku ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve hatibû amadekirin ku tê de tê pêşbînkirin bi hezaran cîhadîstên biyanî tevlî artêşa neteweyî bibin bişert erê kiribû.
Dihat diyarkirin ku ev plan nêzîkî 3 hezar û 500 ‘şervanên biyanî’ ku piraniya wan bi esil Uygur in, dê tevlî Firqeya 84’an a artêşa Sûriyeyê bibin.